Doha-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, duh Duşemê, li Dohaya paytexta Qeterê, beşdarî behîya bavê mîrê Qeterê, Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî bû û sersaxî li Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî kir.
Serok El-Şeri’ di dema hevdîtinê de, sersaxîyên xwe yên kûr û hevxemîya xwe ya jidil ji bo Şêx Temîm, malbata desthilatdar û gelê Qeterê yê bira anî ziman, û ji Xwedayê Mezin hêvî kir ku rehmê li gorbihuşt bike û sebir û aramîyê bide malbat û hezkirîyên wî.
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, Wezîrê Çandê Mihemed Yasîn El-Salih û Wezîrê Geştyarîyê Mazin El-Salhanî jî ligel serok El-Şeri’ beşdar bûn.