Şam – SANA
Birêz Serok Ehmed El-Şeri′ îro peywendîyeke telefonî ligel Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, Serokê Dewleta Îmarata Yekbûyî ya Erebî, encam da.
Birêz Serok di dema peywendîyê de tekezî li ser kûrbûna peywendîyên biratîyê yên her du welatan kir, û amadehîya Komara Erebî ya Sûrî ji bo xurtkirin û pêşxistina wan di warên cuda de, bi rengekî ku xizmeta berjewendîyên her du gelên bira bike, nîşan da.
Her du alîyan encamên alozîya leşkerî li herêmê û rêyên pêşxistina mekanîzmayên hevkarîya Erebî ji bo dûrxistina bandorên vê alozîyê li ser ewlehî û aramîya welatên Erebî gotûbêj kirin. Her wiha wan giringîya girtina helwestên hevbeş ji bo rûbirûbûna astengîyên niha tekez kirin.
Di vê çarçoveyê de, Birêz Serok şermezarkirina Komara Erebî ya Sûrî ji bo êrîşên Îranî yên ku hin welatên Erebî armanc dikin anî ziman, û tekezî li ser pêwîstîya rêzgirtina serwerîya welatan û destwernedana di ewlehî û aramîya wan de kir.