Heleb-SANA
Yekîneyên Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li Parêzgeha Helebê rêze operasyonên ewlehîyê li gundewarên rojava û rojhilatê parêzgehê pêk anîn. Di encamê de toreke tawankarîyê ya rêxistinkirî ku di tawanên revandina mirovan de pispor bû hat têkbirin û sê endamên wê hatin girtin.
Wezareta Navxwe di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku yekîneyan karîbû du kesên revandî yên ku di destê wê torê de girtî bûn rizgar bikin û ew bi silametî radestî malbatên wan kirin.
Kesên girtî ji bo temamkirina lêpirsînan û wergirtina rêkarên qanûnî yên pêwîst, radestî alîyên peywendîdar hatin kirin.





