Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ mersûma jimare 70 a sala 2026an derxist. Ev mersûm têkildarî bicihanîna hukmên lihevanîna deynan û hêsankarîyên kredîyê yên asêbûyî (pirsgirêkdar) li bankên giştî ye.
Li gorî mersûmê, efûyên ji faîzên derengketinê, faîzên peymanî û cezayên darayî (xerame) têne dayîn. Her wiha jinûve birêxistinkirina deynên ku tevahîya tibaba wan ji sed milyon lîreyên Sûrî derbas dibe, li gorî merc û demên di xalên mersûmê de hatine dîyarkirin, tê kirin.
Ehmed El-Şeri’
Serokê Komara Sûrîyê