Berlîn – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ tekezî li ser giringîya rola koçberên Sûrî di gihandina wêneyê welat û beşdarbûna di jinûveavakirin û geşepêdana Sûrîyê de kir. Wî serbilindîya xwe bi pabendbûna revenda Sûrî ya li Almanyayê bi nasnameya neteweyî û girêdana wan bi welatê wan ve anî ziman.
Serok Ehmed El-Şeri’ ji Berlînê tekez kir ku Sûrîye di qonaxeke çarenûsî re ber bi arambûnê ve derbas dibe, û “koçberkirin” wekî cezayê herî giran bi nav kir. Wî bang li revendên Sûrî kir ku serpêhatîyên xwe di jinûveavakirinê de bi kar bînin, û tekezî li ser avakirina dewletê li ser bingehên rast û xurtkirina yekrêzîyê kir ji bo bidestxistina pêşerojeke domdar.
Serok El-Şeri’ duh gihîştibû Berlînê di çarçoveya seredaneke fermî de ligel şandeyeke wezarî ji bo Komara Federal a Almanyayê. Ew di vê seredanê de ligel berpirsên pilebilind dicive da ku rêyên pêşxistina têkilîyên dualî û xurtkirina hevkarîyê di warên cuda de gotûbêj bikin.








