Şam-SANA
Peymana agirbestê û tevlîbûna tam a Hêzên Sûrîya Demokratîk “HSD” di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de, ya ku Serok Ehmed El-Şeri′ duh Yekşemê îmze kir, li ser astên Erebî û navdewletî rastî pêşwazîyeke berfireh hat. Ev peyman wek gaveke sereke di meşa xurtkirina yekîtî û aramîya Sûrîyê û sepandina serwerîya dewletê li seranserî axa wê de hat binavkirin.
Serok El-Şeri′ di zincîreke peywendîyên telefonî de bi hejmarek serokan re, pêşhatên herî dawî yên li qada Sûrîyê û pirsên hevbeş nîqaş kirin. Di peywendîyan de tekezî li ser girîngîya parastina yekîtî û serwerîya axa Sûrîyê û pêwîstîya sepandina serwerîya dewletê li ser her bosteke axa welat hat kirin.
Peywendî bi her yek ji Şahzadeyê Cînişîn ê Siûdî Mihemed bin Selman, Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron re hatin kirin. Serokan piştgirîya xwe ji bo hewldanên armanc dikin ku aramîyeke mayînde li Sûrîyê pêk were, nîşan dan.
Di peywendîyeke telefonî ya Serok El-Şeri′ bi Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re, tekezî li ser yekîtî, serwerî û aramîya Sûrîyê hat kirin. Di dema peywendîyê de, rêzdar Barzanî pesnê biryarnameya serokatîyê ya hejmar (13) a sala 2026an da, ya ku maf û taybetmendîyên Kurdan li Sûrîyê garantî dike.
Bertekên Navdewletî
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrîyê Thomas Barack, pêşwazîya welatê xwe ji bo peymanê dîyar kir û ew wek “xaleke werçerxanê ya girîng ku rê li ber dîyalog û hevkarîyeke nûvekirî ji bo avakirina Sûrîyeke yekbûyî û aram vedike” bi nav kir.
Barack amaje bi wê yekê kir ku “niha karê dijwar ji bo temamkirina hûrgilîyên peymaneke giştî ya tevlîbûnê dest pê dike”. Wî tekez kir ku Amerîka dê “bi xurtî piştgirîya vê pêvajoyê bike”, ji ber ku ev yek di parastina berjewendîyên wê yên girîng de, bi taybetî di warê têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst û piştgirîkirina plana Serok Donald Trump a ji bo aşitîyê li Rojhilata Navîn de, xwedî roleke mezin e.
Ji alîyê xwe ve, Wezareta Karên Derve ya Fransayê pêşwazî li peymanê kir û bang li hemû alîyan kir ku bi temamî pabendî xalên wê bin. Her wiha pesnê rola Hêzên Sûrîya Demokratîk di têkoşîna li dijî terorê û bi taybetî rêxistina DAIŞê de da.
Ji alîyê xwe ve, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê hêvî kir ku ev peyman bibe sedema lezkirina hewldanên çespandina ewlehî û aramîyê li ser bingeha yekîtîya axa Sûrîyê. Wê tekez kir ku paşeroja Sûrîyê tenê bi rêya yekîtîya niştimanî û tevlîbûna di nav sazîyan de dikare were avakirin, û Enqere dê di vê qonaxa hestyar de piştgirîya hukûmeta Sûrîyê berdewam bike.
Helwestên Erebî yên Piştgir
Mîrnişînîya Erebistana Siûdî pêşwazî li peymanê kir û hêvî kir ku ev yek beşdarî xurtkirina ewlehî û aramîyê bibe, û sazîyên dewletê li ser bingehên yasayî ku daxwazên gelê Sûrîyê pêk tînin werin avakirin. Her wiha pabendbûna xwe bi piştgirîkirina serwerî û yekîtîya axa Sûrîyê nû kir.
Dewleta Qeterê nirxand ku ev peyman gaveke girîng e ber bi çespandina aştîya navxweyî, xurtkirina ewlehîyê û avakirina dewleta sazîyan û qanûnê. Wê tekez kir ku aramîya Sûrîyê pêwîstî bi wê yekê heye ku çek tenê di destê artêşeke niştimanî de be ku nûneratîya hemû pêkhateyên gelê Sûrîyê bike.
Her wiha Urdinê helwesta xwe ya piştgirîya ji bo serwerî û yekîtîya axa Sûrîyê nû kir û destnîşan kir ku ev peyman gaveke bingehîn e ji bo xurtkirina yekîtî, ewlehî û aramîya welat.
Li Kuweytê jî, Wezareta Karên Derve ev peyman wek qonaxeke girîng di nav hewldanên avakirina sazîyên dewletê û xurtkirina ewlehî û aramîyê de bi nav kir, û tekezî li ser helwesta sabit a Kuweytê ya piştgirîya ji bo serwerî, serxwebûn, yekîtî û parastina axa Sûrîyê kir.
Rêxistinên Navdewletî
Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) pêşwazî li peymanê kir û tekez kir ku ew dê bi hevkarên xwe re berdewam bin li ser dabînkirina pêdivîyên mirovî yên bilez li Sûrîyê, bi taybetî li herêmên ku vegera aware û penaberan tê de heye.
Her wiha Rêxistina Hevkarîya Îslamî û Yekîtîya Cîhana Îslamî pêşwazî li peymanê kir û piştgirîya xwe ya tam ji bo ewlehî, aramî û yekîtîya axa Sûrîyê nîşan dan. Wan hêvî kir ku ev pêşketin bibe sedema xurtkirina aştîya navxweyî, belavkirina ewlehîyê û çespandina serwerîya qanûnê li hemû beşên welat.