Rîyad-SANA
Di çarçoveya serdaneke fermî de ji bo Erebistana Siûdî, Cenabê Serok Ehmed El-Şeri’ li bajarê Cedeyê ligel Şahzadeyê Cînişîn û Serokê Encumena Wezîran Mihemed bin Selman Al Siûd re civîya.
Her du alîyan rûniştineke gotûbêjan bi amadebûna berpirsên her du welatan li dar xist. Di rûniştinê de peywendîyên dualî û rêyên xurtkirin û pêşxistina wan, bi taybetî di warên aborî, veberhênan û projeyên girêdana herêmî de hatin nirxandin. Her wiha pêşketinên rewşa herêmî û navdewletî yên ku bala her du alîyan dikşînin hatin gotûbêjkirin.


