Şam-SANA
Bi amadebûna wezîrê tenduristîyê Mus’eb El-Elî, û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî çalakîyên Yekemîn Kongreya Zanistî ya Sendîkaya Bijîşkên Sûrîyê bi navê “Nûbûnên di Pisporîyên Bijîşkîya Mirovî de” li hotela “Heft Dergehan” li Şamê dest pê kirin.
Kongre sê rojan berdewam dike û ronahîyê dixe ser nûbûnên herî berbiçav ên bijîşkî. Armanca kongreyê xurtkirina rola lêkolînên zanistî û hevkarîya pîşeyî ye di pêşxistina sektora tenduristîyê de.

