Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Şamê rûniştinek ligel şandeke ji Wezareta Navxwe – Rêveberîya Giştî ya Karûbarên Medenî, bi serokatîya Wezîrê Navxwe Enes Xetab li dar xist.
Di civînê de, destkeftên herî berbiçav ên di nava salê de pêk hatine hatin nirxandin, û rewşa xebata niha, astengîyên heyî û mekanîzmayên pêşxistina kar û başkirina xizmetguzarîyên ku ji welatîyan re tên pêşkêşkirin, hatin gotûbêjkirin.
Her wiha planên projeyên paşerojê hatin gengeşekirin, xasma projeya nasnameya nû, ligel dîtina pêşnîyarên çend kompanîyên pêşeng û pispor di vî warî de.


