Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ tekez kir ku jinûveavakirina tiştên ku ji alîyê rejîma berê ve di şerê wê yê li dijî gelê Sûrîyê de hatine wêrankirin, yek ji karên sereke yên dewletê ye, her wiha da zanîn ku mesrefa vê pêvajoyê di navbera 600 û 900 milyar dolarî de ye, ku ev yek piştgirîyeke berfireh ji civaka navdewletî dixwaze.
Serok El-Şeri’ di hevpeyvînekê de bi bernameya “60 Deqîqe” ya kanala Amerîkî CBS NEWSê re got: “Cîhanê 14 salan li vê karesatê temaşe dikir û nikarîbû pêşî li vê tawana herî mezin bigire, lewma divê îro piştgirîyê bide Sûrîyê.”
Serok El-Şeri’ amaje bi wê yekê jî kir ku cezayên aborî yên navdewletî yên li ser Sûrîyê, hewlên jinûveavakirinê asteng dikin û tekez kir ku her kesê ku rakirina wan sizayên aborî asteng bike, dibe şirîkê tawana ku hatiye kirin.
Serok El-Şeri’ piştrast kir ku mafê Sûrîyê heye bi aştî û ewlehî bijî û ev yek di berjewendîya herêm û cîhanê de ye, û dîyar kir ku Sûrîye dê li ber hevkarîyên navdewletî yên ku rêzê li serwerîya wê digirin, vekirî be.
Serok El-Şeri’ got ku ku gelek nifşên Sûrîyê ji ber şerê ku ji alîyê rejîma berê ve hatibû destpêkirin û tê de bêhtirî milyonek Sûrî hatin kuştin, gelek dever û binesazî hatin wêrankirin û bi milyonan mirov di navbera penaberên li derve û koçberên li hundir de hatin koçberkirin, rastî şokên derûnî yên mezin hatine, û da zanîn jî ku dê rêyên qanûnî ji bo şopandina “Beşar Esed” ê ku revîyaye Rûsyayê, werin bikaranîn.
Derbarê bûyerên Herêmên Peravê û Siwêdayê de, Serok El-Şeri’ tekez kir ku ev meseleyeke navxweyî ye û divê bi awayekî qanûnî were çareserkirin û dewlet pabend e her kesê ku li dijî sivîlan tawan kirine, ji kîjan alî dibe bila bibe, dadgeh bike.
Li ser êrîşên berdewam ên Îsraîlê jî, Serok El-Şeri’ wiha got: “Ji dema ku em gihiştine Şamê, Sûrîyê Îsraîl provoke nekiriye û naxwaze gefê ne li ser wê yan li ser dewleteke din çêke.”
Serok El-Şeri’ tekez kir ku armancgirtina Îsraîlê ya Koşka Serokatîyê ne ji bo şandina peyamekê bû “lê belê ragihandina şer bû, lê Sûrîyê naxwaze bikeve nav şeran,” û tekez kir ku divê Îsraîl ji her xaleke ku piştî 8ê Kanûnê dagir kiriye, vekişe.
Ji alîyekî din ve, Serok El-Şeri’ dîyar kir ku armanca operasyonên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) berîya rizgarkirinê, hilweşandina rejîma “Esed” bû, û tu operasyon li derveyî axa Sûrîyê pêk neanîne û ji bilî rejîmê kesek nekir armanc, û careke din bi bîr xist ku wî têkilîya xwe bi rêxistinên “DAIŞ” û “El-Qaîde”yê re qut kiriye û got: “Eger ez bi wan re li hev bûma, min ê dev ji wan berneda.”
Li ser pirsa derbarê yekem ketina wî ya Qesra Serokatîyê de, Serok El-Şeri’ got: “Ew ne serpêhatîyeke pir erênî bû, ji vê qesrê gelek xirabî li hemberî gelê Sûrîyê derket,” û tekez kir ku îro girîng e ku hêvî bi mirovan were dayîn ji bo jinûveavakirinê û vegera li malên xwe, ji ber ku jinûveavakirin ne tenê binesazîyê, lê belê çareserkirina şokên derûnî yên ku şer li pey xwe hiştine jî li xwe digire.
Serok El-Şeri’ di dawîya axaftina xwe de dîyar kir ku dema binesazî were jinûveavakirin û mirov nasname û belgeyên fermî bi dest bixin, dê hilbijartinên giştî werin lidarxistin û tekez kir ku ew dixwaze Sûrîye bibe cihek ku her kes dengê xwe bide û got ku gelê Sûrîyê xurt e û dikare careke din rabe ser pêyê xwe.