Doha – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Dohaya paytexta Qeterê serdana navenda kanala El-Cezîreyê kir. Serok El-Şeri’ bi Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya El-Cezîreyê Şêx Nasir bin Feysel Al Sanî û karmendên kanalê re civîya. Her wiha bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, çav li beşên kanalê û mekanîzmayên karê wê yê medyayî gerand. Ev serdan di çarçoveya serdana wî ya fermî bo dewleta Qeterê ji bo beşdarîya di Foruma Dohayê ya 2025an de pêk hat.



