Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ li Şama paytext, bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Penaberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, pêşwazîya şandeyeke payebilind ji Komara Federal a Almanyayê kir. Wezîrê Federal yê Karên Derve Johan Wadephul serokatîya şandeya welatê xwe kir.
Di civînê de, awayên xurtkirina têkilîyên dualî di navbera Komara Erebî ya Sûrîyê û Komara Federal a Almanyayê de hatin gotûbêjkirin. Tekezî li ser girîngîya damezrandina encumeneke kar a Sûrî-Almanî hate kirin ku dê di berfirehkirina asoyên hevkarîya aborî û veberhênanê di navbera her du welatan de rolekê bilîze.
Her wiha alîyê Almanî piştgirîya xwe ji bo yekîtî û serwerîya axa Sûrîyê dûpat kir, û amadebûna xwe ji bo beşdarbûna di hewldanên jinûveavakirin û piştgirîkirina projeyên biçûk û pêşxistina herêmî de anî ziman. Her du alîyan qadên hevkarîyê di sektorên perwerde, dadmendîya veguhêz, alîkarîyên mirovî, veberhênan û binesazîyê de nirxand.
Di civînê de her wisa mijarên navneteweyî yên girîng ên hevpar û rêyên xurtkirina hevkarîya ewlehîyê hatin gotûbêjkirin, ligel pevguherandina ezmûnan di qadên cihêreng de, û gengeşekirina rewşa revenda Sûrî li Almanyayê û rêyên baştirkirina şert û mercên jîyana penaberên Sûrî li wir.
Ev serdan yekem serdana Wezîrê Federal yê Karên Derve di hikûmeta niha ya Almanî de bo Şamê ye, û ew gaveke girîng e di rêça jinûveavakirina piran û xurtkirina dîyalog û hevkarîyê di navbera Sûrîye û Almanyayê de.