Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro (15.10.2025) serdana welatê Rûsyaya Federal dike.
Di çarçoveya jinûverêkxistina têkilîyên dualî yên di navbera Sûrîyê û Rûsyayê de û gotûbêjkirina dosyayên hevkarîya sîyasî û aborî di navbera her du welatan de, Serok Ehmed El-Şeri’ îro bi serdaneke fermî diçe Rûsyayê.
Rêveberîya Ragihandinê ya Serokatîya Komarê ji SANAyê re ragihand ku biryar e Serok Şeri’ di serdanê de bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bicive. Her wisa dîyar kir ku her du serok dê pêşhateyên herêmî û navdewletî û rêyên pêşxistina hevkarîyê gotûbêj bikin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevpar ên her du welatan bike.
Serok Şeri’ dê di serdana xwe de bi revenda Sûrî ya li Rûsyayê re jî bicive.
Di Sibata borî de, Serok Şeri’ pêwendîyeke telefonî ji hevtayê xwe yê Rûsî wergirtibû, ku Serok Pûtîn tê de piştevanîya welatê xwe ji bo yekîtîya xaka Sûrîyê, serwerî û aramîya wê tekez kiribû. Her wiha amadebûna Rûsyayê ji bo jinûvenirxandina peymanên ku Rûsyayê bi rejîma berê re îmze kiribûn û pêwîstîya rakirina cezayên aborî li ser Sûrîyê nîşan dabû.