Eman – SANA
Urdunê, duh Çarşemê, derbasbûna neyasayî ya serokwezîrê Îsraîla dagirker bo devera Cebel El-Şêx şermezar kir, û tekez kir ku ew binpêkirineke eşkere ya serwerîya Sûrîyê û yekîtîya axa wê ye, her wiha nîșan da ku ev yek dijatîyeke zelal a yasaya navdewletî û hêrsçêkirinekê ye ku nayê pejirandin.
Berdevkê fermî yê Wezareta Derve ya Urdunê balyoz Fuad El-Mecalî, di daxuyanîyekê de ku li ser platforma “X”ê hat belavkirin, redkirina ji kok ve û şermezarkirina tund a Urdunê bo vê binpêkirina metirsîdar anî ziman, ku ew wek destdirêjî li ser serwerîya dewleteke Erebî û alozkirineke nayê pejirandin tê dîtin.
El-Mecalî tekez kir ku divê hemû rêkarên Îsraîlî yên ku ewlehî û aramîya Sûrîyê dikin armanc, bên rawestandin, ji ber ku ew rêkar binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî û pabendîyên Îsraîlê yên li gorî Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an in.
El-Mecalî banga li civaka navdewletî kir ku berpirsyarîyên xwe yên qanûnî û exlaqî hilgire, û Îsraîlê neçar bike ku êrîşên xwe yên hêrsçêker û neyasayî li ser Sûrîyê rawestîne, û dagirkerîya xwe ya li ser beşekî ji axa wê bi dawî bike. Her wiha tekezî li ser pêwîstîya pabendbûna wê bi rêzgtirtina li rêgezên yasaya navdewletî, biryarên rewatîya navdewletî, serwerîya dewletan û destwernedana di karên wan ên navxweyî de kir.
Her wisa navborî helwesta neguhêr a Urdunê ya piştgirîya Sûrîyê nû kir; ji bo jinûveavakirinê li ser bingeha ku yekîtî, serwerî, ewlehî, aramî û parastina axa wê û welatîyên wê misoger bike, û mafên hemû sûrîyan biparêze.