Qudsa Dagirkirî-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê, îro Sêşemê, ragihand ku hejmara kuştîyên Filistînî li Dife El-Xerbîye ji destpêka vê salê ve gihîştiye 100 kesî, piştî ku di 24 saetên borî de çar Filistînî bi guleyên hêzên Îsraîla dagirker û êrîşên niştecîyên Israîlî yên hawirdekirî li parêzgehên Nablus, Qelqîlya û Tûlkermê, hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Filistinê (WAFA) ji ser zarê wezaretê di daxuyanîyekê de veguhast ku: Filistînîyek ji bajarokê Qebalan ê li Nablusê ji ber birîna xwe ya bi guleyên hêzên dagirkerîyê jîyana xwe ji dest da, ku hîna jî cênazeyê wî digirin. Di heman demê de, Filistînîyekî din li bajarokê Eqrebayê hat kuştin, piştî ku hêzên dagirkerîyê mala ku wî nêzî pênc saetan xwe lê girtibû, dorpêç kirin, û fîşek û guleyên li ser mil têne hilgirtin berdadan wî.
Li Qelqîlyayê, Filistînîyek ji ber birîna serê xwe ya ji encama guleyên niştecîyên Israîlî yên hawirdekirî, di dema êrîşekê de li ser bajarokê Hiceyê, hat kuştin, di heman demê de sê Filistînîyên din, ku zarokek di nav wan de hebû birîndar bûn.
Li Tûlkermê jî, Parastina Sivîl cenazeyê karkerekî ku li şaxê Komîteya Zekatê ya bajêr bi cih bibû derxist, piştî ku hêzên dagirker girt ser avahîyê.