Şam-SANA
Hejimar û biryarên navneteweyî yên têkildarî Colana Sûrî ya dagirkirî û nenasîna desteserkirina wê ji alîyê Îsraîlê ve, rêçeke dîplomatîk nîşan didin ku Şam pêşengîya wê dike ji bo têkbirina hewldanên guhertina rewşa wê ya yasayî.
Ev rêç, ku ev rapor xalên wê yên herî girîng destnîşan dike, xwe dispêre biryarên yasayî yên navneteweyî û çalakîyên dîplomatîk ên berfireh ku di encamê de hejmara welatên ku desteserkirina Colanê ji alîyê Îsraîlê ve red dikin, ji 97 welatan di sala 2024an de gihîşt 123 welatan di sala 2025an de.
Biryara 497.. Lêvegera Navneteweyî ya Tekûz
Encumena Ewlekarîyê di 17ê Kanûna Yekem a 1981ê de Biryara 497 bi yekdengî pesend kir û biryara Îsraîlê ya sepandina yasa û îdareya xwe li ser Colana Sûrî ya dagirkirî wekî “pûç û betal” daxuyand ku tu bandoreke wê ya yasayî ya navneteweyî nîne.
Encumenê daxwaz ji Îsraîlê kir ku biryara xwe betal bike û dûpat kir ku Peymana Cinêvê ya çaremîn li ser xaka Sûrîyê ya dagirkirî ji sala 1967an ve derbasdar e.
Piştî 8ê Kanûna Yekem.. Destwerdanên Îsraîlê û daxwaza Sûrîyê ya vekişîna dagirkerîyê
Piştî hilweşîna rejîma berê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, başûrê Sûrîyê bû şahidê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê di hundirê herêma tampon (bêçek) û cihên din li alîyê Sûrîyê ji xeta veqetandina hêzan.
Dîplomasîya Hejmaran.. Ji 97 ber bi 123 welatan ve
Sûrîye piştî rizgarkirinê hebûna xwe ya dîplomatîk li Encumena Ewlekarîyê û forumên navneteweyî zêde kir, beşek ji tevgera xwe ji bo piştrastkirina helwesta xwe ya li ser Colanê û hebûna Îsraîlê li ser xaka Sûrîyê terxan kir.
Di 29ê Nîsana 2025an de, Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî di rûniştineke Encumena Ewlekarîyê de tekez kir ku Colana Sûrî hîn jî di bin dagirkerîyê de ye û daxwaza pêkanîna biryara 497 û vekişîna Îsraîlê heta xeta 4ê Hezîrana 1967an kir.
Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî jî di rûniştinên Encumena Ewlekarîyê de helwesta Sûrîyê domand û dûpat kir ku Colan Erebî û Sûrî ye û beşekî jêneger ji xaka Sûrîyê ye û mafên Sûrîyê nayên paşguhkirin.
Gotûbêjên bi navbeynkarîya Amerîkayê
Hevdem ligel tevgera li Neteweyên Yekbûyî, Sûrîye ket nav peywendîyên têkildarî tevdîrên ewlekarîyê li başûr û çalakkirina Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an.
Serok El-Şeri’: Colan axa Sûrîyê ye
Serok Ehmed El-Şeri’ di gelek helwest û daxuyanîyan de tekez kir ku Sûrîye bi mafê xwe yê li Colanê ve girêdayî ye û red dike ku dest jê berde.
Di 22ê Îlona 2025an di dema dîyalogekê de di lûtkeya “Concordia” li New Yorkê, wî piştrast kir ku Colan bi naskirina NY axa Sûrîyê ye.
Di 26ê Tîrmeha 2026an de, Serok El-Şeri’ dîsa dûpat kir ku her peymaneke ewlekarîyê bi Îsraîlê re nayê wateya destberdana ji mafê Sûrîyê li Colana dagirkirî.
Naskirina Kolombyayê.. Ezmûneke nû ji bo rêça dîplomatîk
Naskirina Kolombyayê ji bo tiştê ku jê re digot “serwerîya Îsraîlê” li ser Colana Sûrî ya dagirkirî di 10ê Tebaxê de, dosyeya Colanê dîsa anî rojeva tevgera dîplomatîk. Ev wekî hewldana herî dawî ya guhertina rewşa wê ya yasayî tê dîtin.
Sûrîye li dijî naskirina Kolombyayê protesto dike
Wezareta Derve û Koçberan naskirina Kolombyayê şermezar kir û tekez kir ku Colan beşekî sereke ji xaka Sûrîyê ye û ev pêngava Kolombyayê li dijî yasayên navneteweyî û biryarên NY ye.
Redkirina Erebî û navneteweyî ji bo naskirina Kolombyayê
Naskirina Kolombyayê bi redkirineke Erebî û navneteweyî re rû bi rû ma, ligel piştrastkirina Neteweyên Yekbûyî ku Colan li gorî yasayên navneteweyî axa Sûrîyê ya dagirkirî ye.