Şam-SANA
Sûrîye biryara ku ji alîyê Encumena Komkara Dewletên Erebî ve hatiye derxistin, bilind dinirxîne.
Biryar rakirina temamî ya hemû cezayên sîyasî, aborî û civakî yên li ser dewleta Sûrîyê û sazîyên wê hatine sepandin li xwe digire, ligel hiştina cezayan li ser berpirsên rejîma hilweşîyayî.
Wezareta Derve di daxuyanîyeke xwe de, îro Çarşemê piştrast kir ku “biryara dîrokî”, “gaveke girîng e ber bi sererastkirina rêçê û xurtkirina bendên xebata hevpar a Erebî”, û anî ziman ku ev biryar “xemxurîya dualî ya piştgirîkirina hewldanên başbûna aborî, jinûveavakirin û aramîyê li Sûrîyê diçespîne”.
