Madrîd-SANA
Îspanyayê duh Înê pêşwazî li lihevkirina di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de kir û tekez kir ku ev yek gaveke girîng e ber bi xurtkirina derfetên aramîya li Sûrîyê.
Wezareta Derve ya Îspanyayê di daxuyanîyekê de ku li ser malpera wê hat weşandin, got: “Ev lihevkirin rê li ber rawestandina dawî ya kiryarên şer vedike û îmkanên gihandina alîkarîyên mirovî ji bo kesên zîyandîtî xurt dike.”
Wezaretê her wiha anî ziman: “Hikûmeta Îspanyayê tekezîyê li ser girîngîya parastina yekbûna Sûrîyê û parastina axa wê dike, ku ev her du prensîbên bingehîn in ji bo jinûveavakirina wî welatî û aramîya herêmî,” û destnîşan jî kir ku Madrîd dê piştgirîkirina hewldanên navneteweyî yên ji bo pêkanîna aştî û aramîyê li Sûrîyê û li tevahîya herêmê bidomîne.