Amsterdam – SANA
Holendayê îro Înê pêşwazî li ragihandina tevlîbûna “HSD”ê di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de kir, û tekez kir ku ev gaveke girîng e ber bi Sûrîyeke yekgirtî, aram û xwedî serwerî ve.
Wezareta Derve ya Holandayê di daxuyanîyekê de li ser platforma Xê, da zanîn ku “cîbicîkirina tam ya peymanê, dê bibe bingeha paşerojeke giştgîr, ku mafên hemû sûrîyan misoger bike, û rê li pêşîya vegera penaberan ya ewle, bi dixwazî û bi rûmet xweş bike.”