Berlîn-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ duh Yekşemê, li cihê mana xwe li Berlîna paytexta Almanyayê, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, bi şandeke endamên revenda Sûrî re civîya; ev hevdîtin di çarçoveya serdana wî ya fermî de bo Komara Federal a Almanyayê pêk hat.
Serok El-Şeri’ serbilindîya xwe bi pabendbûna endamên revendê bi nasnameya xwe ya niştimanî û girêdana wan bi welatê xwe re, û xwesteka wan ji bo piştgirîkirina proseya avakirin û geşepêdanê anî ziman. Her wiha tekezî li ser girîngîya rola wan di gihandina wêneyê rastîn ê Sûrîyê û parastina dozên wê de kir.
Serok El-Şeri’ derengî duh gihîştibû Berlînê, di çarçoveya serdaneke fermî de ku ligel şandeke wezîran, bo Komara Federal a Almanyayê û Brîtanyayê di nav du rojên bê de pêk tîne.
Serok El-Şeri’ dê di dema serdanê de bi berpirsên payebilind ên her du welatan re bicive, ji bo gotûbêjkirina rêyên pêşxistina peywendîyên dualî û bihêzkirina hevkarîyê di warên cihêreng de.







