Stenbol – SANA
Li bajarê Stenbolê çalakîyên “Konferansa Navneteweyî ya Sêyemîn a Dilsozên Eqsayê ya Gotarbêj û Bangxwazan” bi dirûşma: “Ji Menberên Ummetê bo Mizgefta Eqsayê.. Peyman û Xweragirî”, bi beşdarîya nêzîkî 500 gotarbêj, pêșnimêj û zanyarên olî ji welatên cuda cuda yên Cîhana Îslamî, dest pê kir.
Serokê Sazîya Dilsozên Eqsayê, Îsam El-Beşîr, ji bo planên metirsîdar ên ku bajarê Qudsê armanc dikin, hişyarî da û tekez kir ku ew gef in li ser nasnameya wê ya Îslamî û dixwazin ramanên sexte belav bikin û bajêr ji niştecîyên wî vala bikin.
El-Beşîr tekezî li ser sembolîya Mizgefta Eqsayê wek mafekî resen ê Misilmanan kir, û daxwaza derketina li dijî gotarên ku dixwazin dagîrkerîyê rewa bikin kir.
Konferans, semînarên derbarê Qudsê û gotarxwazan li xwe digire, û ji alîyê Sazîya Dilsozên Eqsayê ve -ya ku navenda wê li Stenbolê dimîne- tê birêxstin.