Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî piştrast kir ku serdana wî ya bo Komara Îslamî ya Pakistanê di xurtkirina têkilîyên biratîyê yên di navbera her du welatan de û vekirina asoyên nû yên hevkarîya hevbeş bûye qonaxeke girîng.
Wezîr El-Şeybanî îro Pêncşemê di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got: “Em îro serdana dîrokî û serkeftî ya bo Komara Îslamî ya Pakistanê bi dawî dikin, ku di xurtkirina têkilîyên biratîyê yên Sûrî-Pakistanî û vekirina asoyên nû yên hevkarîya di navbera her du welatan de bûye qonaxeke girîng.”
Wezîrê Derve ji ber pêşwazîya germ û mêvanperwerîya wan spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Mihemed Îshaq Dar, Fermandarê Artêşa Pakistanê Muşîr Asim Munîr, Wezîrê Navxwe Muhsin Neqwî û Wezîrê Bazirganîyê Cam Kemal Xan kir.
Her wiha xwestek û xemxurîya ku berpirsên Pakistanî ji bo bihêzkirina têkilîyên dualî yên navbera Sûrîye û Pakistanê û pêşxistina warên hevkarîyê yên di navbera wan de nîşan dane, bilind nirxand.
Di serdanê de, Wezîrê Derve ligel Serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf têkilîyên dualî û rêyên xurtkirina wan di navbera her du welatên dost de di warên curbecur de gotûbêj kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike.
Her wiha ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Mihemed Îshaq Dar danûstandin pêk anîn ku tê de xurtkirina têkilîyên dualî, hevkarîya hevbeş û geşedanên herêmî û navneteweyî hatin nirxandin.
Di heman demê de, alîyê Pakistanî piştgirîya xwe ji bo serwerî, yekîtî û yekparçeyîya axa Sûrîyê dupat kir.
Hevdîtinên Wezîr El-Şeybanî Fermandarê Artêşa Pakistanê Muşîr Asim Munîr, Wezîrê Bazirganîyê Cam Kemal Xan û Wezîrê Navxwe Muhsin Neqwî li xwe girtin.
Di Xurtkirina hevkarîya dualî, berfirehkirina pevguhertina bazirganî û veberhênanê, vekirina qadên hevkarîyê di navbera sektorên giştî û taybet de, ligel mijarên têkildarî ewlehî û aramîya herêmî di hevdîtinan de hatin gotûbêjkirin.