Eden-SANA
Komara Yemenê, îro roja Înê, teqîna ku li derdora avahîyeke ser bi Wezareta Parastinê ya Sûrîyê ve li Şamê rû dabû û bûbû sedema şehîdbûna serbazekî û birîndarbûna hinên din, bi tundî şermezar kir.
Ajansa Nûçeyan a Yemenê, ji ser zarê Wezareta Derve ya Yemenê, di daxuyanîyekê de ragihand: “Komara Yemenê piştgirîya xwe ya tam ji Komara Erebî ya Sûrîyê ya bira re dupat dike, û piştrast dike ku ew ligel hikûmet û gelê wê ye di rûbirûbûna hemû kiryarên terorîstî û tawankarî de, yên ku ewlehî, aramî, yekparçetîya axa wê û hemwelatîyên wê armanc dikin.”
Her wiha Komara Yemenê “li gorî daxuyanîyê” helwesta xwe ya domdar a piştgirîkirina yekîtî, serwerî û yekparçetîya axa Sûrîyê nû kir, û redkirina xwe ji hemû şêweyên tundûtûjî, tundrewî û terorê yên ku li dijî nirxên mirovî û yasayên navdewletî ne, anî ziman.