Mename-SANA
Civîna wezîran a hevbeş di navbera Encumena Hevkarîya Welatên Kendavê (yên Erebî) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, îro Pêncşemê, pabendbûna xwe bi serwerîya Sûrîyê, yekîtî û ewlehîya xaka wê tekez kir. Her wiha amaje bi berdewamîya karkirina bi hikûmeta Sûrîyê re hat kirin ji bo rûbirûbûna kêşeyên sereke ku li pêşîya wê ne.
Wezîrên beşdar di civîna ku li Menameya paytexta Behrênê bi serokatîya hevbeş a Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û hevpîşeyê wî yê Behrênî Ebdulletîf bin Raşid El-Zeyanî hat lidarxistin, piştevanîya xwe ji bo gelê Sûrîyê di avakirina dewleteke aram, ewle, giştgir û xwedî serwerî de nîşan dan, da ku Sûrîye bi temamî di nav jîngeha xwe ya herêmî de cih bigire.
Wezîran di daxuyanîyeke hevpar de ku ji alîyê Ajansa Nûçeyan a Behrênî ve hat weşandin, piştrast kirin ku ew dê berdewam bin li ser karkirina bi hikûmeta Sûrîyê re û pêşkêşkirina alîkarîyê ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên wekî: Şerê li dijî terorê, vegerandina xizmetguzarîyên bingehîn, başkirina rewşa veberhênanê li Sûrîyê û dabînkirina vegera xwebexş a penaberên derve û koçberên hundir bo ser malên xwe.