Îslamabad-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, duh Çarşemê, ligel şandeyeke payebilind ku serokatîya wê dike, di serdaneke fermî de bo Komara Îslamî ya Pakistanê, gihîşte Îslamabada paytexta Pakistanê.
Rêveberîya Ragihandin û Pêwendîyan di Wezareta Derve û Koçberan de ji SANAyê re dîyar kir ku ev serdan, yekemîn serdana wezîrekî derve yê Sûrî ye bo Pakistanê piştî 19 salan, ku ev yek giringîya pêşxistina têkilîyên dualî û xurtkirina pêwendîya di navbera her du welatan de nîşan dide.
Wezareta Derve û Koçberan di 14ê Tebaxa îsal de bi helkefta salvegera serxwebûna Pakistanê dupat kiribû ku Sûrîye giringîyê dide xurtkirina têkilîyên dualî ligel Komara Îslamî ya Pakistanê û pêşxistina hevkarîyê pê re di warên curbecur de.

