Berlîn – SANA
Karbidestê Balyozxaneya Sûrîyê li Berlînê, Mihemed Bera Şukrî, tekez kir ku pêşveçûnek di gotûbêjên ligel alîyê Almanî de derbarê rakirina qedexeya li ser geştên ezmanî heye, ku ev yek rê li ber vegera geştên rasterast ên navbera Sûrîyê û Almanyayê di demeke nêzîk de vedike.
Şukrî di daxuyanîyekê de ji ajansa SANAyê re dîyar kir ku balyozxane bi rênimayîyên Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, di şopandina vê dosyeyê de berdewam e; da ku bar û zehmetîya rêwîtîyê û lêçûnên wê li ser welatîyên Sûrîyê yên li derveyî welat sivik bike, û têkilîya rasterast û berdewam a koçberan bi welat û malbatên wan re hêsantir bike.
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku balyozxaneyê ji bo çareserkirina alîyên îdarî û teknîkî, peywendî û danûstandinên teknîkî ligel Desteya Giştî ya Firokvanîya Sîvîl, Veguhastina Ezmanî ya Sûrîyê, û alîyên peywendîdar li Almanyayê deynane, û tekez kir ku hevrêzîya hevbeş ji bo piştgirîya vê rêyê heta bidestxistina encamên hêvîdar berdewam e.