Şam-SANA
Wezîrê Parastinê Lîwa Murhef Ebû Qesra ragihand ku serdana wî ya bo pêşangeha pîşesazîya parastinê û esmanî “SAHA” li bajarê Stenbolê, li ser vexwendina birêz Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Yaşar Guler pêk hatiye, ku li wir wî ji nêz ve teknolojîyên herî nû û amûrên leşkerî dîtine.
Wezîr Ebû Qesra îro Şemîyê di parvekirineke li ser kanala xwe ya “X”ê de ragihand: “Min hevdîtin bi wezîr Guler û Serokê Serfermandarîya Giştî ya Tirkîyê Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu re pêk anîn, û me di wan hevdîtinan de hejmarek dosyeyên cihê balkêşîya her du alîyan gotûbêj kirin.”
Wezîr Ebû Qesra spasîya xwe ji bo pêşwazîya germ nîşan da, û hewlên dewleta Tirkîyê yên di pêşxistina pîşesazîya parastinê ya niştimanî de bilind nirxand, û ji bo gelê Tirkîyê daxwaza pêşketin û serkeftinê kir.