Şam-SANA
Wezareta Pêwendî û Teknolojîya Zanyarîyan ragihand ku sepana Gemini ya ser bi Șirketa “Google”ê ve, êdî rasterast li Sûrîyê bêyî hewcedarîya bi bikaranîna VPNê, dixebite.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê, îro Çarşemê dîyar kir ku berdestkirina vê xizmetê dihêle ku bikarhênerên li Sûrîyê rasterast xwe bigihînin yek ji dîyartirîn xizmetên zîrekîya destkird li cîhanê, piştî salên dûr û dirêj ên sînordarkirinên ku bûbûn sedem ku hejmarek xizmet û platformên dîjîtal ên navneteweyî, ji ber cezayên ku di serdema rejîma berê de li ser Sûrîyê hatibûn sepandin, werin astengkirin.