Kuwêt-Bexda-SANA
Kuwêt û Iraqê bi tundî daxuyanîya Wezareta Derve ya Kolombyayê ya ku tê de danpêdan bi “serwerîya Îsraîlê” li ser Colana Sûrîyê ya dagirkirî kiriye, şermezar kirin.
Wezareta Derve ya Kuwêtê di daxuyanîyekê de redkirina xwe anî ziman hember vê gava ku li dijî qanûna navdewletî û biryarên rewatîya navnetewî ye, bi taybetî biryara Encumena Ewlehîyê ya hejmar 497 a sala 1981ê, ya dîtîye ku ferzkirina desthilata dagirker ji yasa û rêveberîya xwe re li ser Colanê pûç û betal e.
Wê helwesta xwe ya neguhêr careke din anî ziman û got ku Colan xakeke Erebî û Sûrî ya dagirkirî ye, û pabendî bi prensîba ku destdanîna ser axê bi darê zorê nayê qebûlkirin kir, û daxwaz ji civaka navdewletî û Encumena Ewlehîyê kir ku dagirkerîyê neçar bikin ku ji hemû xakên Erebî yên dagirkirî vekişe.
Ji alîyê xwe ve, Wezareta Derve ya Iraqê tekez kir ku Colan beşekî bingehîn ji xaka Erebî ya Sûrîyê ye, û got ku daxuyanîya Kolombyayê ti bandora wê ya yasayî tuneye û rastîya dagirkerîyê naguhere. Her weha dîyar kir ku danpêdana bi serwerîya hêza dagirker kiryareke xeternak e û dijî prensîbên yasaya navdewletî û ya rêzgirtina li serwerîya welatan e.
Her wiha her du welatan piştgirîya xwe ya tam bo Sûrîyê, serwerî, yektîya xaka wê û ewlehîya wê nû kirin.