Qahîre-SANA
Wezîrên Derve yên Misrê Bedir Ebdilatî û yê Tirkîyê Hakan Fîdan girîngîya piştgirîya hewldanên pêkanîna ewlehî û aramîyê li Sûrîyê û parastina yekparçeyî û serwerîya sazîyên wê tekez kirin.
Ev yek di peywendîyeke telefonî de hat ku tê de geşedanên herêmî û rêyên xurtkirina hevahengîya di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin.
Wezareta Derve ya Misrê di daxuyanîyekê de îro Şemîyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand: Her du wezîran geşedanên rewşa Sûrîye, Libnan, Sûdan û Lîbyayê gotûbêj kirin.
Wan girîngîya piştgirîya hewldanên pêkanîna ewlehî û aramîyê û parastina yekparçeyî û serwerîya sazîyên dewletan piştrast kir, ku ev yek piştevanîyê dide xurtkirina ewlehî û aramîya herêmê.
Her wiha Ebdulatî û Fîdan li ser girîngîya kêmkirina rageşîyê û kontrolkirina rewşa alozî û tengijîna li herêmê axivîn, û tekezî li ser zêdekirina hewldanên hevbeş kirin ji bo vegerandina rêça danûstandinan di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de.