Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî îro Şemîyê, li Şama paytext pêşwazî li Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Qeterê Dr. Mihemed bin Ebdulezîz El-Xilîfî kir.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku her du alîyan di hevdîtinê de têkilîyên dualî yên navbera her du welatan û geşedanên herêmî nirxandin. Her wiha xurtkirina hevkarî û hevahengîyê di warê dîplomatîk de gotûbêj kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên her du welatan bike.
Wezaretê di berdewamîya axaftina xwe de got: Di hevdîtinê de, memorandumeke hevtêgihiştinê di navbera Komara Erebî ya Sûrîyê û Dewleta Qeterê ya bira de di warê lêkolîn û perwerdehîya dîplomatîk de hat îmzekirin.




