Doha-SANA
Dewleta Qeterê pêşwazî li tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de kir û ev pêngav wekî pêngaveke girîng ber bi xurtkirina aştîya navxweyî, ewlehî û aramîya welat, her wiha avakirina dewleta sazî û yasayê ve bi nav kir.
Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê tekez kir ku pêdivîya aramî û geşepêdana Sûrîyê bi wê yekê heye ku çek tenê di destê dewletê de bin; ew jî di çarçoveya artêşeke yekgirtî de ku nûneratîya hemû pêkhateyên Sûrîyê bike, bi awayekî ku serwerî, serxwebûn û ewlehîya axa welat misoger bike.
Qeterê hewldanên Sûrîyê yên ji bo hembêzkirina hemû pêkhateyên gel di bin sîwana dewletê de bilind nirxandin û piştgirîya xwe ya tam bo serwerîya Sûrîyê û daxwazên gelê wê yên ji bo azadî, geşepêdan û pêşketinê careke din dupat kir.