Rîyad-SANA
Karbidestê Balyozxaneya Sûrîyê ya li Erebistana Siûdî Muhsin Mehbaş, îro Çarşemê, ji bo pêşkêşkirina xizmeta gihandina belgeyên amadebûyî yên Sûrîyên li Rîyadê û derveyî wê dimînin, girêbestek bi Şirketa “SMSA ” re îmze kir, ku ev xizmet dê ji 13ê vê mehê pê ve dest pê bibe.
Li gor agahîyên ku SANAyê ji balyozxaneyê bi dest xistine, armanca vê girêbestê ew e ku belgeyên karûbarên hemwelatîyên Sûrîyê yên ku ji balyozxaneyê re pêşkêş dikin -bi taybetî pasportên ji her du cureyên asayî û lezgîn- piştî bidawîbûna rêkaran, bi rêya tor û nivîsgehên Şirketa “SMSA” yên li hemû herêmên Siûdîyê belavbûyî bigihîne destên xwedîyên wan.
Ev gava nû di çarçoveya xemxwarîya balyozxaneyê de tê, ji bo hêsankirina karûbarên Sûrîyan û kêmkirina barê wan; ji ber ku ev xizmeta nû ked û barê darayî yê çûna balyozxaneyê ji bo wergirtina belgeyên xwe ji ser milê kesên li derveyî Rîyadê dijîn sivik dike, ku dikarin belgeyên xwe ji nêzîktirîn nivîsgeha li devera xwe wergirin.

