Parîs-SANA
Fransayê bi tundtirîn şêwe teqîna terorîstî ya ku duh Pêncşemê qehwexaneyek li nêzî Koşka Dadê li Şamê kiribû armanc û bû sedema ketina qurbanîyan, şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Ewropa û Karûbarên Derve Pascal Confavreux îro Înê di daxuyanîyekê de ragihand: “Fransa sersaxîyê ji bo malbatên qurbanîyan û desthilatdarên Sûrîyê dixwaze, û hêvîya şîfaya lezgîn ji bo birîndaran dike,” û bang li eşkerekirina hemû hûrgilîyên vê êrîşê kir.
Confavreux careke din tekezî li ser piştgirîya welatê xwe ji bo Sûrîyê di têkoşîna li dijî terorê de û di hewldanên wê yên ji bo pêkanîna aramîyê li welêt kir.