Beyrût-SANA
Wezîra Karên Civakî ya Libnanê Henîn El-Seyîd, ragihand ku di sala 2025an de, zêdetirî nîv milyon penaberên Sûrî bi awayekî ewle û domdar ji Libnanê Vegerîyane welatê xwe.
Medyaya Libnanê li ser zarê Wezîra Karên Civakî veguhest ku “di sala 2025an de, li gorî zanyarîyên Rêveberîya Giştî ya Ewlehîya Giştî ya Libnanê û serjimêrên Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNHCR), 501,603 penaberên Sûrî ji Libnanê derketine.”
Her wiha wezîra Libnanî bal kişand ser wê yekê ku “Komîteya Hikûmetê ya peywendîdar dê di sala 2026an de jî şopandina cîbicîkirina vegera birêkûpêk û domdar berdewam bike. Ev yek dê bi hevahengîya bi hikûmeta Sûrîyê û hevparên navneteweyî re pêk were, bi awayekî ku rûmeta kesên vegeryayî parastî be û têkeve xizmeta berjewendîya neteweyî ya Libnanê de.”
Li alîyekî din, Neteweyên Yekbûyî belge kiriye ku piştî rizgarkirina di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, zêdetirî milyonek û 208 hezar penaberên Sûrî vegerîyane welatê xwe.