Berlîn-SANA
Rêveberê Daîreya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Wezareta Derve ya Almanyayê, Clemens Hach, êrîşa terorîstî ya ku duh qehwexaneyeke nêzîkî Koşka Dadê li Şamê armanc kir û bû sedema ku hejmarek sivîl bibin qurbanî, şermezar kir.
Hach îro roja Înê di nivîskê de li ser platforma “X”ê got: “Ez êrîşa terorîstî ya tirsnak ya li navenda Şamê rû da şermezar dikim. Hiş û hestê min ligel qurbanîyan û malbatên wan in. Almanya di vê roja xemgîn de, pişgirîya xwe bo Sûrîyê radighîne.”