London-SANA
Şandeya Brîtanî li cem Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî tekez kir ku welatê wan biryardar e ku xebatên xwe yên bi Sûrîyê re bidomîne heta ku bernameya çekên kîmyewî ya rejîma berê bi temamî bê jinavbirin.
Şandeyê di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê îro Sêşemê got: “Îro heşt sal di ser êrîşa kîmyewî re derbas dibin ku rejîma Esed bi gaza klorînê li bajarê Dûmayê pêk anîbû. Em rêza xwe ji bo qurbanîyan nîşan didin û careke din pabendbûna xwe bi misogerkirina hesabpirsînê, hiqûqa navdewletî û xebata girîng û jîyanî ya Rêxistina Qeqexekirina Çekên Kîmyewî re nû dikin.”
Şandeyê di daxuyanîya xwe de her wiha anî ziman: “Brîtanya dê xebatên xwe yên bi Sûrîyê re bidomîne da ku bernameya çekên kîmyewî ya Esed bi awayekî tevahî û bi awayekî ku mirov bikaribe jê piştrast be bê jinavbirin.”