Enqere-SANA
Li bajarê Dîlokê (Gazîentab)ê yê Tirkîyê îro Şemîyê karên Yekemîn Korbenda Şêwirdarîyê ya Serokên Zanîngehên Îslamî bi dawî hatin. Di vê bûyera navdewletî ya ku di cureyê xwe de yekemîn e û ji alîyê Zanîngeha Îslamî ya Zanist û Teknolojîyê ya Gazîentabê ve hatibû organîzekirin, akademîsyen û serokên zanîngehan ji bi dehan welat û parzemînên cuda cuda tevî hejmarek akademîsyenên Sûrî, beşdar bûn.
Korbendê rûniştinên gotûbêjê li xwe girtin ku giranî didan ser jinûvenêrîna li pergalên perwerdehîyê, avakirina dîtin û nasnameyeke yekgirtî ji bo zanîngehên Îslamî yên li seranserî cîhanê, û xurtkirina tora akademîk ji bo rûbirûbûna wan astengîyên ku li pêşîya sektora perwerdehîya bilind in di cîhana Îslamî de.
Korbendê şahidîya beşdarbûna nêzî 43 welatan û derdora 80 zanîngehan kir ku ji alîyê 76 serokên zanîngehan ve dihatin nûnertîkirin, vê yekê jî qadeke berfireh ji bo şêwirdarî û rûniştina di navbera sazîyên akademîk de peyda kir, di çarçoveya hewldana avakirina peywendîyên zanistî yên bêtir hevaheng û lihevhatî de derbarê bernameyên xwendinê û pêdivîyên xwendekaran.
Her wiha beşdarbûna Sûrîyê di korbendê de rastî amadebûneke berbiçav hat, ku bi hejmarek akademîsyenan xwe nîşan da; di nav wan de Rêveberê Fakulteya Şerîetê li Zanîngeha Şamê Îmadudîn Reşîd, serokê Zanîngeha El-Zehra ya Taybet Mihemed Nûr Hemdan, ligel Ehmed Xetîb wek nûnerê şaxê Zanîngeha Gazîentabê li Efrînê.

