Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezareta Derve ya Almanyayê: Niha Bingeh ji bo Sûrîyeyeke Azad û Aram Tê Danîn
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Sûriyê û Cîhan > Wezareta Derve ya Almanyayê: Niha Bingeh ji bo Sûrîyeyeke Azad û Aram Tê Danîn

Wezareta Derve ya Almanyayê: Niha Bingeh ji bo Sûrîyeyeke Azad û Aram Tê Danîn

Hat weşandin: 2025/11/01 7:23 PM
Hat nûkirin: 2025/11/01 7:23 PM
Wezareta Derve ya Almanyayê: Niha Bingeh ji bo Sûrîyeyeke Azad û Aram Tê Danîn

Berlîn-SANA

Wezareta Derve ya Almanyayê tekez kir ku niha bingeh ji bo avakirina Sûrîyeyeke azad û aram tê danîn, û destnîşan kir ku Berlîn bi rêya rakirina hemî cezayên aborî yên li ser Şamê di vî warî de beşdar dibe.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, di nivîsên ku Wezaretê li ser rûpela xwe ya fermî li ser platforma “X”ê îro belav kirine de got: “Almanya û Sûrîyê xwedî têkilîyeke taybet in, û di dema şer de gelek Sûrî li Almanyayê penaber bûn, gelekan ji wan ne tenê li vir parastin dît, lê di heman demê de welatekî nû jî dîtin.”

Her wiha nivîsand: “Niha bingehên Sûrîyeyeke azad û aram têne danîn, û em bi rakirina hemî cezayên aborî yên li ser wê hatine ferzkirin, ku em yek ji alîgirên herî girîng ên rakirina wan di asta Yekîtîya Ewropayê de bûn, û handana şirketên Almanî ji bo veberhênana di aborîya Sûrî de, di vî warî de beşdar dibin.”

Navborî destnîşan jî kir ku di dema serdana xwe ya duh de bo Şamê, amadebûna Almanya ji bo piştgirîkirina pêvajoya veguhastinê li Sûrîyê dîyar kir, û tekezî li ser berdewamîya rawestandina wê li kêleka gelê Sûrî ji bo bidestxistina hêvîyên wî di jîyaneke aram de ku tê de çarenûsa xwe bi xwe dîyar bike, kir.

Wadephul bal kişand ser girîngîya Encumena Aborî ya Almanî-Sûrî, û dîyar kir ku civîna yekem a vê encumenê dê berî dawîya vê salê pêk were, û Wezîrê Karên Derve û Penaberan Es’ed Hesen El-Şeybanî vexwend serdana Berlînê.

Serok Ehmed El-Şeri’ duh pêşwazîya Wadephul kiribû ku serokatîya şandeyeke Almanî ya payebilind dikir, û bi wî re rêyên xurtkirina têkilîyên dualî di navbera her du welatan de gotûbêj kiribû.

Danûstandinên Sûrî-Brîtanî ji bo Xurtkirina Têkilîyên Dualî
Memorandûma Lihevkirinê di Navbera Sûrîye û Tirkîyê de ji bo Xurtkirina Hevkarîya di Warê Malbatê de
Barak: Serdana Serok El-Şeri’ bo Waşingtonê Dîrokî ye
Sûrîye Pêşwazîyê li Destbikarbûna Nîzar Amêdî Wekî Serokomarê Iraqê Dike
Sûrîye li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî Mêvandarîya Civîneke Teknîkî Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:BerlînCezayên AborîJohann WadephulSûrîyeWezareta Derve ya Almanyayê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Hêzên Dagirkerîya Îsraîlê Derbasî Gundê Semedanîya Rojhilatî li Gundwarên Quneytirayê bûn

May 21, 2026

Gotûbêjên Sûrî-Brîtanî ji bo Pêşxistina Hevkarîyên di navbera Zanîngehan de

May 21, 2026
3

1300 malbat ji xelkê Efrînê yên koçber û niştecihên Hesekê û Qamişloyê vedigerin gundên xwe li gundewarê Helebê

May 21, 2026

Wezareta Dadê Nêrîna di Doz û Rêkarên Eqaran de li Siweydayê Ragirt

May 21, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?