Şam-SANA
Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro roja Sêşemê li Şamê, pêşwazîya Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Morîtanyayê Mihemed Salim Weld Merzûg kir.
Di hevdîtinê de rêyênpêşxistina hevkarîya hevbeş a di navbera her du welatan de di warên cuda cuda de hatin gotûbêjkirin, her weha tekezî li ser giringîya berdewamkirina şêwirmendî û hevrêzîyê, bi awayekî ku têkeve xizmeta berjewendîyên hevbeş ên her du gelên birade, hat kirin.



