New York-SANA
Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî, destpêkirina proseya jinavbirina hin madeyên kîmyewî yên ku li Sûrîyê hatibûn dîtin ragihand û destnîşan kir ku ev kêlîyeke dîrokî ye. Ev yek jî di çarçoveya rêkarên piştrastkirinê yên berdest ên Sekreterîya Teknîkî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî de tê.
Ulebî di rûniştineke Encumena Ewlehîyê ya Navneteweyî de, îro Pêncşemê dîyar kir ku ev yekem proseya jinavbirinê ye ji dema rizgarkirina Sûrîyê ji rejîma berê. Her wiha yekem proseya jinavbirina cebilxaneyên kîmyewî ye li ser axa Sûrîyê ji sala 2014an ve. Li alîyê din jî, dupat kir ku ev geşedan diselmîne ku ev dosyaya ku bi salan çavkanîya metirsîyê bû li ser Sûrîyan û cîhanê, dikare bibe modelek ji bo dîplomasîya ligel vîna dilsoz û gîyanê hevkarîya navneteweyî.
Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku hûrgilîyên pêşketina bidestxistî di raporên hikûmeta Sûrîyê û rêxistinê de berdest in, û piştrast kir ku helwesta Sûrîyê ya li hember dadwerî û lêpirsînê neguhêr e û ne cihê danûstandinê ye, her wiha ew di avakirina hevkarîyên navneteweyî de ji bo piştgirîya rêçên dadwerîya niştimanî berdewam e.
Ji alîyekî din ve jî, Ulebî hişyarî da ku ne pêkan e ev erk û erkê serederîya ligel madeyên nukleerî û gavên bêmînak ên di çarçoveya wê de ku em pê Sûrîye, herêmê û cîhanê diparêzin biçin serî, heke serederîya me ligel kesinan be ku hewl didin aramîya me û ya tevahîya herêmê têk bidin.
Ulebî li dawîyê bal kişand ser wê yekê ku êrîşên berdewam ên Îsraîlê bûn sedema astengkirina operasyonên lêgerîn û jinavbirinê, û di hin qonaxan de bûn sedema rawestandina wan a tam, her wiha tîmên niştimanî, tîmên rêxistinê û wan navendên ku tên ewlekirin rûbirûyî metirsîyê kirin.