Cenevre-SANA
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Sûrîyê Hind Qebewat îro Çarşemê, ligel hevtayên xwe yên li Tirkîye, Libnan, Sûdan û Kenyayê rêyên xurtkirin û pêşxistina hevkarîyê di warên hevbeş de gotûbêj kirin. Ev yek di çarçoveya rêzehevdîtinên dualî de li kêleka karên gera 114emîn a Konferansa Kar a Navdewletî ku li Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin, pêk hat.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ku li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, di hevdîtinan de pevguhertina ezmûnan di warên kar, parastina civakî û geşedana bazara kar de hate nirxandin. Her wiha mijarên xwedî berjewendîya hevbeş hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku beşdarî pêşxistina polîtîkayên civakî bibe.