Enqere-SANA
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan tekez kir ku sîyasetên hikûmeta Îsraîlê gefên rasterast in li ser herêmê û ewlehîya navneteweyî. Di heman demê de, Fîdan hişyarî li dijî her hewldaneke astengkirina pêşkeftin û aramîya li Sûrîyê da.
Piştî lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê, Fîdan ji rojnameya “The National”ê re got: “Tirkîye ne piştrast e ku Îsraîl dixwaze Sûrîyeke aram, bihêz û pêşketî bibîne”.
Her wisa destnîşan kir ku serkirdeyên Ewropayê dest bi têgihiştina mezinahîya gefên ku sîyasetên Îsraîlê çêdikin kirine, lê hîn jî mekanîzmayeke zelal ji bo serederîya li gel wan gefan nedîtine.
Li ser pirsa ka gelo Îsraîl hewl dide aramîya dewleta Sûrîyê têk bibe, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan eşkere kir ku awayên reftara hikûmeta Îsraîlê yên berê û niha li hemberî welatên herêmê vê yekê nîşan didin.
Navborî li dawîyê jî anî ziman ku sîyasetên hikûmeta Binyamin Netanyahu bûne bar û gefek li ser ewlehîya herêmî û navneteweyî, tevî ku wî behaneyên şerekî vekirî yan rûbirûbûneke rasterast dûr xistin.