Şam – SANA
Komara Erebî ya Sûrîyê, ji bo qurbanîyên hilweşîna avahîyeke niştecîhbûnê li bajarê Fasê, sersaxî û hevxemîya xwe ya kûr pêşkêşî hikûmet û gelê Mîrnişînîya Mexribê ya bira kir.
Wezareta Karên Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de tekez kir ku Sûrî bi tevahî ligel Mexribê ya bira ye, piştgirîya xwe bi malbatên qurbanîyan re radigihîne, û ji birîndaran başbûneke lezgîn hêvî dike.
Desthilatên Mexribê duh Pêncşemê ragihandibûn ku di encama hilweşîna avahîyekê de herî kêm çar kes mirine û şeş kesên din jî birîndar bûne. Ji hêla xwe ve hin jêderên din ên ragihandinê îro dîyar kirin ku hejmara qurbanîyan gihiştiye 15 kesan.