Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: El-Şeybanî û El-Sefedî vegera têkilîyên Sûrî-Urdunî bo ser rêya rast tekez dikin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Sûriyê û Cîhan > El-Şeybanî û El-Sefedî vegera têkilîyên Sûrî-Urdunî bo ser rêya rast tekez dikin

El-Şeybanî û El-Sefedî vegera têkilîyên Sûrî-Urdunî bo ser rêya rast tekez dikin

Hat weşandin: 2026/04/12 6:56 PM
Hat nûkirin: 2026/04/12 6:56 PM

Eman-SANA

Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen El-Sefedî, di dawîya civîna wezîran a Encumena Bilind a Hevahengîyê ya Sûrî-Urdunî de li Emanê, konferanseke rojnamevanîyê ya hevbeş li dar xistin.

Wezîr El-Şeybanî di konferansê de got:

  • Têgihiştineke hevbeş a Sûrî-Urdunî heye ku ya me bi hev ve girê dide cîrantîya cografî derbas dike û digihîje kûrahîyeke dîrokî û civakî ya tekûz.
  • Ev nêzîkbûna îro, berdewamîya hevkarîya me ya dîrokî ye û vegerandina têkilîyên di navbera Şam û Emanê de ji bo ser rêya wan a xwezayî û rast e.
  • Em Urdunê wekî şirîkekî stratejîk dibînin; aramî û ewlehîya Sûrîyê ji bo Urdunê parêzbendî ye, û geşepêdana Urdunê jî ji bo Sûrîyê piştgirî û palpiştî ye.
  • ji bawerîya me bi yekîtîya vê rêçê, me hewl da ku têkilîyan ji têgihiştinên sîyasî yên demkî dûrtir bibin ber bi sazîyeke qahîm ku ji guhertinan mezintir be. Ji bo wergerandina vê dîtina stratejîk bo rastîyeke berbiçav, rola Encumena Bilind a Hevahengîyê wekî amûreke xebatê ya dezgevanî derket pêş.
  • Ev ger komxebateke rastîn bû ku di encamê de pakêteke tekûz ji belgeyên yasayî, memorandumên têgihiştinê û peymanên dualî hatin îmzekirin, ku ev di dîrokê de gaveke bêhempa ye.
  • Me bingeha qonaxeke nû bi îmzekirina memoranduma têgihiştinê ya sêalî ligel Tirkîyê bo çalakkirina korîdorên bejayî danî, û em li ser vejandina Rêya Hesinî ya Hicazê, ji nû ve xebitandina xeta Gaza Erebî û girêdana elektrîkê dixebitin, ligel hevahengîya bi Erebistana Siûdî re di warê girêdana dîjîtal a herêmî de.
  • Em bi vîneke qahîm hewl didin ku têkilîya Sûrî-Urdunî veguherînin mînakeke resen a Erebî ku di şirîkatîya herêmî de bibe nimûne.
  • Em bi tundtirîn şêwe êrîşên eşkere û dubare yên Îsraîlê li ser xaka Sûrîyê û berfirehbûna bi fikar li Colana dagirkirî şermezar dikin, ku ev yek binpêkirineke hovane ya serwerîya Sûrîyê û yasayên navdewletî ye; her wekî êrîşa hovane ya ku hefteya borî binesazîya Libnanê wêran kir.
  • Arîşeyên aborî yên niha ku xwe di têkçûna zincîrên dabînkirinê û metirsîyên li ser dergehên sînorî de nîşan didin, li ser me ferz dikin ku em lezê li planên hevgirtinê bikin; lewra Urdun pişika Sûrîyê ye ber bi Kendav û Deryaya Sor ve, û Sûrîye jî dergehê Urdunê ye ber bi Tirkîye û Ewropayê ve.
  • Sûrîye û Urdun di herêmê de dergehekî pir girîng in û xwedî pêgeheke stratejîk a giring in. Krîza dawî ya li herêmê ronahî xist ser girîngîya vegera Sûrîyê bo şirîkatîya aborî ya rastîn û bo cihê wê yê çalak di girêdana herêmî de, piştî ku ji rejîma revîyayî rizgar bû.
  • Derîyên Sûrîyê li ber her kesê ku bixwaze tê de veberhênanê bike û beşdarî vê kêlîya dîrokî ya ku em tê de dijîn bibe, bi temamî vekirî ne.

Ji hêla xwe ve Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen El-Sefedî got:

  • Îro bi her awayî rojeke Urdunî-Sûrî bû, ku vîna sîyasî ya Şah Ebdulahê Duyem û birêz Serokkomar Ehmed El-Şeri` nîşan da, ji bo avakirina li ser têkilîyên biratîyê yên kûr ên di navbera her du welatan de, da ku em ber bi avakirina têkilîyên stratejîk ên tekûz ve gavan biavêjin.
  • Civîna îro di dîroka her du welatan de ya herî mezin e; ev gaveke pratîk e ji bo wergerandina vîna sîyasî bo zêdekirina hevkarî û biratîyê, û ji bo xebateke çalak û sazûmanî ku xizmeta berjewendîyên me bike û bibe mînakek ji bo têkilîyên di navbera her du welatan de.
  • Me nêzîkî 10 peyman û memorandumên têgihiştinê îmze kirin, û me li ser hevkarîya di zêdetirî 21 sektoran de gotûbêj kir. Em bi gelek mijarên dualî re bi nêrîneke berfireh û giştî tevgerîyan û niha xebateke mezin li pêşîya me ye da ku em li ser tiştên ku îro hatine bidestxistin ava bikin.
  • Ez dixwazim tekez bikim ku Urdun bi temamî li pişta birayên me yên li Sûrîyê ye di proseya jinûveavakirina welatekî Sûrî yê azad, ewle û aram de, û piştgirîya serwerîya Sûrîyê li ser hemû xaka wê dike, ji bo avakirina paşeroja ku birayên me yên Sûrî piştî dehsalan ji zordestî û wêrankirinê heq dikin; Sûrîye vêga di kêlîyeke dîrokî de ye.
  • Armanca civîna me ya îro ew e ku em di sektorên cihêreng de têkilîyeke tekûz ava bikin, û li ser projeyên bi feyde ku xizmeta berjewendîyên me yên hevbeş dikin, li hev bikin.
  • Me îro gelek memorandumên têgihiştinê îmze kirin ku enerjî, av, perwerde û hîndekarî û warên cihêreng ên jîyanê li xwe digirin. Me di warê girêdana elektrîkê de gelek gavên girîng avêtin, û hêj gelek projeyên din hene ku em li ser dixebitin.
  • Tiştên ku li Sûrîyê ji dema serkeftina şoreşê ve hatine bidestxistin ji hemû pêşbînîyan derbas bûn. Her weha, tiştên ku di asta têkilîyên Sûrî-Urdunî de hatine pêkanîn jî ji hemû pêşbînîyan zêdetir bûn, û ya li pêş me dê hîn mezintir be.
  • Ji bo pêkanîna ewlehî û aramîyê, divê Îsraîl êrîşên xwe yên hovane li ser axa Sûrîyê rawestîne, û dawî li sîyasetên xwe yên berfirehkirinê bîne ku ji herêmê re ji bilî zêdetir ji pevçûn û wêranîyê tiştekî din nayîne.

Hevkarîyeke Navdewletî-Sûrî Sîstemeke Niştimanî ji bo Pegvhuertina Zanyarîyên Derbarê Wendayan Ava Dike
Wezareta Karên Derve Tekezîyê li ser Pabendbûna Sûrîyê bi Têkbirina DAIŞê Dike
Rubio: Rakirina Navê Sûrîyê ji Lîsteya Dewletên Piştgirên Terorê Rê li ber Veberhênana Taybet Vedike
Komxebateke Rahênanê ji bo Pêşxistina Nirxandina Rûyê Rêyan bi Teknolojîyên Nûjen
Dîmenên gundewarê Quneytirayê yê başûr piştî barîna barana vê talîyê.
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Sûrîyetêkilîyên Sûrî-UrdunîUrdun
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

El-Şeri` li Lûtkeya Medyaya Erebî ligel Sernivîskarên Dezgehên Ragihandinê Dicive

September 15, 2026

‏Keştîyek li Tengava Hurmuzê Tûşî Êrîşekê bi Avêjtokeke Nenas Bûye

September 15, 2026

Wezareta Navxwe û Balyozxaneya Sûdanê li Şamê Dicivin

September 15, 2026

​Şêx Mihemed bin Raşid: Em bi Vegera Sûrîyê bo Pêgeha wê ya ku Hêjayî wê ye Geşbîn in

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?