Şam-SANA
Daxuyanîya hikûmeta nû ya Kolombîyayê derbarê ya ku wekî “serwerîya Îsraîlê” li ser Colana Sûrîyê ya dagirkirî bi nav kir, pêleke berfireh a redkirin û rexneyan derxist holê. Ev gav li dijî biryarên rewatîya navdewletî û helwesta Neteweyên Yekbûyî ye ku tekez dike ku Colan axeke Sûrîyê ya dagirkirî ye, her wiha li gorî rêbaza hikûmeta berê werçerxaneke tund di sîyaseta derve ya Bogotayê de pêk tîne.
Ev daxuyanî tenê sê rojan piştî destbikarbûna serokê rastgir Abelardo De La Espriella di heftê Tebaxa îsal de hat, ji ber ku Wezareta Karên Derve ya Kolombîyayê di dehemîn roja vê mehê de helwesta xwe ya nû ragihand; di guhertineke sîyasî ya berbiçav de ku bi temamî ji sîyaseta serokê berê yê Kolombîyayê Gustavo Petro cuda ye, yê ku duh roja şemîyê tekezî li ser helwesta neguhêr a gelê Kolombîyayê li hember Colana Sûrîyê ya dagirkirî kir ku ew axeke Sûrîyê ye û tu serwerîya Îsraîlê li ser nîne.
Petro di parvekirinekê de li ser hesabê xwe yê platforma “X”ê got: “Gelê Kolombîyayê Girên Colanê wekî milkê Îsraîlê nahesibîne, lê belê her tim mîna piranîya cîhanê ew wekî milkê Sûrîyê hesibandiye.”
Destnîşan jî kir ku “Îsraîlê nermalavên xwe bi kar anîn da ku bandorê li hilbijartinên Kolombîyayê bike û algorîtmayan bi dengdana gel biguhere, û serokekî bindestê xwe ferz kir ku ew jî Abelardo De La Espriella ye, yê ku piranîya dengên Kolombîyayîyan bi dest nexistibû.”
Her wiha serokê berê yê Kolombîyayê lêborîna xwe ji welatên Erebî û Misilmanan re pêşkêş kir û rêzgirtina Kolombîyayîyan ji bo wan tekez kir.
Tevî ku biryara nû ya Kolombîyayê rewşa yasayî ya Colana Sûrîyê ya dagirkirî naguherîne jî, lê meyleke nû di sîyaseta derve ya Bogotayê de nîşan dide; Bogotaya ku heta dawîya sala 2025an di Neteweyên Yekbûyî de dengê erê dida wan biryarên ku tekez dikin ku Colan axeke Sûrîyê ye.
Her wiha di 31ê Adara 2026an de jî dengê erê da biryareke Encumena Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ku deverê wekî “Colana Sûrîyê ya dagirkirî” bi nav dike.