Şam – SANA
Sûrîyê pêşwazî li ragihandina agirbestê li Libnanê kir, û tekez kir ku ev gav geşedaneke giring e ji bo rêgirtina li zêdebûna alozîyê li herêmê.
Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûrîyê di daxuyanîyeke îro de piştgirîya Şamê ji bo serwerîya Libnanê û yekparçeyîya axa wê tekez kir, û nirxandineke bilind ji bo hewldanên navneteweyî û herêmî yên ku peymana agirbestê pêk anîn nîşan da, her wiha amadekarîya xwe ji bo beşdarîkirina di her tiştê ku aramîya Libnanê û herêmê diparêze, ragihand.
Serokê Amerîkayê duh Pêncşemê ragihandibû ku derbarê agirbestekê li Libnanê de ji bo dema 10 rojan, gihîştine lihevkirinê.