Şam-SANA
Komeleya Osman Sebrî ya Çand û Kelepora Kurdî bi rêya çalakîyên çandî û perwerdehyê yên ku li Şamê pêk tîne xwe dide naskirin, bi mebesta vejandina ziman, huner û dab û nerîtên Kurdî, û xurtkirina hebûna wan di nav qada çandî ya Sûrîyê de.
Komeleya ku navenda wê li taxa Zorava (Wadî El-Meşarî`) li herêma Dummerê ye, kar li ser birêxistinkirina bernameyên curbecur ji bo hemû temenan dike, ji bo parastina nasnameya çandî, belgekirin û veguhastina wê ji bo nifşên bê.
Serokê komeleyê Reşîd Ebdo di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê dîyar kir ku çalakî dewreyên hînbûna hunerên wekî stranbêjî, mûzîk, govend û folklorê li xwe digirin, her wiha dersên zimanê Kurdî di astên cuda de hene, û ev hemû ji bo her kesê ku bixwaze bedrest in.
