Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Ebdilrehman Tirko û Parêzgarê Şamê Mahir Merwan Idlibî, îro Yekşemê bi helkefta destpêkirina sala nû ya xwendinê 2026-2027an, serdana Dibistana Amadeyî ya Cewdet El-Haşimî ya li Şamê kirin.
Ev serdan piştî bidawîhatina xebatên nûjenkirina dibistanê pêk hat, ku bi hevkarîya hejmarek ji derçûyên wê yên kevn ji bijîşk û endezyarên li derveyî welat û rêxistina “Rehme Bê Sînor” di bin çavdêrîya Wezareta Perwerdeyê de hatibû encamdan, da ku dibistan bi rengekî nû bi destpêka sala xwendinê re vegere xizmetê.
Dibistana Cewdet El-Haşimî ya ku di sala 1929an de hatiye damezrandin, şêwazê xwe yê endezyarî yê dîrokî diparêze; di heman demê de xebatên nûjenkirinê nasnameya wê ya mîmarî û nûkirina dezgehên wê yên perwerdeyê anîn cem hev, da ku jîngeheke guncaw ji bo xwendekaran dabîn bike ku li gorî pêdivîyên proseya perwerdeyê ya nûjen be.
Dibistan 27 polên xwendinê û 17 odeyên cuda cuda yên îdarî, pirtûkxane, taqîgeh, hola kompûterê û holên înteraktîf li xwe digire, ku di nav avahîyekê de ne ku ji du qatan pêk tê. Şîyana wergirtinê jî 1000 xwendekarî derbas dike.
Dabînkirina Mafê Perwerdeyê
Di daxuyanîyekê de ji bo rojnamevanan, Wezîr Tirko piştrast kir ku dîtina wezaretê di qonaxa bê de ew e ku xebatên nûjenkirina dibistanan mîna ya li Dibistana Cewdet El-Haşimî pêk hatiye be, ku ev yek beşdarî dabînkirina mafê fêrbûnê ji bo her zarokekî li Sûrîyê dibe.

Wezîr Tirko da zanîn ku dibistan yek ji kevntirîn dibistanên amadeyî yên li Sûrîyê ye û dîroka wê vedigere sala 1929an, ligel parastina şiklê wê yê endezyarî yê dîrokî di dema xebatên nûjenkirinê de.
Her wiha Parêzgarê Şamê dîyar kir ku nûjenkirina Dibistana Cewdet El-Haşimî, bi wî nirxê ku di bîra Şam û Sûrîyan de hildigire, ji bo proseya nûjenkirina dibistanan li Sûrîyê dibe nimûneyek. Her wiha piştgirîya parêzgehê ji bo hewldanên Wezareta Perwerde û Fêrkirinê di vî warî de piştrast kir, li ser bingehê ku mirov dilê her tiştî ye.

Nûjenkirineke Berfireh ku Nasnameya Dibistanê Diparêze
Ji hêla xwe ve, Rêveberê Dibistanê Xalid El-Biqa’î eşkere kir ku dibistan di dema avakirina xwe de bi navê Lîseya Yekem a Techîzê li Şamê dihat naskirin, û ji dema avakirina xwe ve tu carî xebateke restorekirina berfireh nedîtibû. Ji ber wê yekê, xebatên nûjenkirinê yên vêga nêzîkî jinûveavakirineke giştî bûn, ku tê de torên av û kanalîzasyonê, elektrîk, pencere, meydanên werzîşê, baxçe û beşên cuda cuda yên di dibistanê de hatin nûkirin.

Giringîya Dibistana Amadeyî ya Cewdet El-Haşimî ku wekû yek ji sazîyên perwerdeyê yên kevnar e li Şamê nayê sînordarkirin, belkû ji alîyekî ve bi bîra çandî û aborî ya bajêr ve jî girêdayî ye, ji ber ku dibistan di belgeyên dîroka Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de jî xuya dibe.












