Şam-SANA
Wezareta Hundirîna Sûrîyê, sersaxîya ji dil û can da Komara Tirkîyê, ji ber şehîdbûna sê efserên polîsên wê di pevçûnên ligel rêxistina DAIŞ a terorîst li bajarê Yalovayê, ku di encamê de şeş endamên wê rêxistinê jî hatin kuştin.
Wezaretê sersaxîyên xwe yên herî germ pêşkêşî Wezareta Hundirîna Tirkîyê, malbatên şehîdan û birîndaran kirin. Di daxuyanîyê de hat tekezkirin ku ev operesyona tawankarî ya DAIŞê, nîşan dide ku ew metirsî ye li ser aramîya tevahîya welatên herêmê.
Wezaretê tekezî li ser pêwîstîya jinavbirina hemû rêxistinên terorîst bi tevaya core û rengên wan kir, û bal kişand ser giringîya xurtkirina hevahengîya herêmî û navdewletî ji bo têkoşîna li dijî wan, bi awayê ku sivîl werin parastin û ewlehî û aramî li deverê peyda bibe.
Hat zanîn ku Hêzên Ewlekarîyê yên Tirkîyê berbanga îro operasyonek li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst li parêzgeha Yalovayê pêk anî. Wezîrê Hundirîn Ali Yerlikaya got: “Di encama operasyonê de 6 endamên DAIŞê hatin kuştin, 3 polîs şehîd bûn û 8 kesên din jî di dema pevçûnan de birîndar bûn.”